Nivîskar Cemal Xeznedar:

Roja dayikbûna Mustafa Barzanî roja durustbûna miletê Kurd e


Di 21an ya meha Kanûn a 2003an da "Civata Kurd li Almanya" Li Bonnê ji bo pîrozkirina 100 salîya Barzanîyê nemir civînêk amade kir. Li vir kesên wek Dr.Günther Deschner, Ghanî Blûrîyan,Tilman Zülch, Cemal Xeznedar, Dr. Rupert Neudeck, Edip Çelkî, Kenan Şêxo, Hesenê Metê û Xamoş li ser jîyan, tekoşîn, xebat û bîr û bawerîyên Barzanîyê nemir qisekirin.
Me li wir bi Cemal Xeznedar ra Hevpeyvînek çêkir û programa Kurdî ya radyoyê "Dengê Kurdan li Duisburgê" da weşand.
Seyîdxan Kurij


Seyîdxan Kurij: Kerema xwe dikarî ji bo xwendevanên me Cemal Xeznedar bidî nasîn?

Cemal Xeznedar: Ez niviskarek Kurd ji Kurdistana Başûr im. Ez tenê dikarim bi karên xwe yên ji bo rojnamevanî ya Kurdistan xwe bidim nasîn. Ez niha li ser projeyek kar dikim. Ez dixwazim 100 rojnamegerîya Kurdî wek ansiklopedî amade bikim. Ez nîzikî 30 sal in li ser vê projê dixebitim. Min nuka vê xebata xwe gihandîye qonaxekî. Min di sala 1973an da bi navê "Rojnamegerîya Kurdistan" kitêbek weşand. Di vê kitêbê da min li ser 133 kovar û rojnaman nivisî bû. Di vê ansîklopedîyê da qasî 2000 kovar û rojname heye. Ez niha li ser tîpa (herfa) elif dixebitim. Bi tîpa elif 146 kovar û rojnamên Kurdî hene. Ez jîyana van rojnama û kovaran lêdikolînim û bi wê mejîya Kurdî tînim holê. Ev kes e Cemal Xeznedar.


Îro li vir 100 salîya dayikbûna nemir Mustafa Barzanî tê pîrozkirin. Tu jî wek axaftvan hatî vexwendin. Ji bo te mane û giringîya vê rojê çi ye?

Ji bo min roja dayikbûna Mustafa Barzanî roja durustbûna miletê Kurd e. Ew roj rojekî gelek pîroz e û mêjîyî hewçerxî Kurd û Kurdîstan e. Ji ber wê gava ku Barzanîyê nemir hin zarok bû, li gel dayka xwe di girtîgeha Musul da girtî bû; ji ew roj vir va her xebat, tekoşîn û bizava Barzanî ji bo Kurd û Kurdîstan bû. Kesê ku usa hemû jîyana xwe ji bo gelê xwe fêda bike, ew çawa li gel gelê xwe xwedîyê qedr û qîmet nebe. Îro li vir 100 salîya dayikbûna Barzanîyê nemir tê yad kirin. Bi Barzanîyê nemir va 3 bîranînên min yên gelek qenc û pewîst hene ku di mejûyê min da cîh bûne. Ji bo min mana vê rojê ew e ku, ez dixwazim îro wan bîranînên xwe ji bo mêvanan bînim ziman.


Te Barzanî çawa nas kir?

Ez ji zaroktîya xwe Barzanî wek rêberek miletê Kurd nasdikim. Balam min bi xwê cara yekemîn Barzanî di sala 1958an 5ê meha Teşrîn di balafirgeha Bexdayê da dît. Barzanî ji welatê Sovyetê vegerîyabû welatê xwe. Bi hezaran Kurd û Ereb di balafirgeha Bexdayê da Barzanî pêşwazî kiribûn. Ez jî di nav wan da bûm.

Di damezrandina PDK da rola Barzanî çi ye?

Ez zedêtir di alîyê rewşenbîrî û edebî da li ser rola Barzanî disekinim. Xebata min zêdetir li ser rewşenbîrî û edebîyat e. Ez hes dikim vî alîyê Barzanî ronî bikim. Her çiqas gihiştina armanca xwe ya esasî ya miletê Kurd bi regayê sîyasî mumkun be ji; îhtimam û giringî danîna Barzanî ya rewşenbîrî û edebî di jîyana komelayetî ya Kurdan da ji bo min pêwîstir e. Balam qet nabe ku mirov di jîyana Barzanî da barî rewşenbirî, edebî û rojnamevanî ya Kurdî cihe bike ji barî komelayetî û sîyasî.


Rola Barzanî û rola Şoreşa Îlonê li ser edebîyat û jîyana rewşenbirî ya Kurdîstanê çi ye?

Ez usa dizanim ku gava em tenê behsa peymana 11 Adar 1971 bikin, emê bibînin ku vê demê da Kurd ji alîyê edebîyat, rojnamevanî Kurdî û jîyana rewşenbirî ya Kurdan gelêk peşda çûne. Di sala 1971an da li Kurdîstanê rewşeke usa hebû, ku rojnameyî rojane derçû, ji bo Kurdî çaxane vebû, bi dehan rexistinên ciwanan, jinan û rewşenbîran vebûn. Yekitîya nivîskarên Kurd, Korzanyarî Kurdî, Komela Rewşenbîrî Kurdî û komelên hunerî vebûn. Ew hemû komel û rêxistin di nav 2-3 salan da vebûn, bi hezaran endamên wan hebûn û li ser jîyana rewşenbirî ya Kurdan da tesîra wan ya xurt çebû. Berê sala 1971î li Kurdistanê hîç rojnameyê rojane dernediçû. Peymana 11 Adarê nebûya jîyana rewşenbirî ya Kurdan nedigihişt vê qonaxê. Heta sala 1971î edebîyatê da behsa Kurdistan kirin li Iraqê qedexe bû. Di peymana 11 Adarê da bi eşkire behsa Kurdistan dihat kirin û sînorên Kurdistan belî bûn. Ew peyman ji bo pêşketina edebîyat û rojnamevanî Kurdî û bizavî rewşenbîrî Kurdî li Başûrê Kurdistan fersendek gelek giring bû.


Ji sala 1960 heta 1971 di nav şoreşê da rewşa edebîyat û rojnamevanî ya Kurdî çawa bû?

Di nav şoreşê da rewşa edebîyat û rojnamevanîya Kurdî gelek gewre bû. Ez bi xwe di nav şoreşê da nebûm. Lê bizava rewşenbîrî û edebî ya Kurdî, ku di nav şoreşê da hebû, agahdarîya min jê hebû. Ew kesên ku di nav hikumeta Iraqê da bûn ji bo bizava edebî û rewşenbîrî ya Kurdî tiştên pir giring kirin. Her çiqas bi şoreşê va dan û standina wan kesan qedexe bû jî, me kitêbên îlmî û edebî dinivîsand, me çîrok û şiîrên Kurdî dinivîsand, me bizava xwe dikir. Balam pişta me bi edebîyata şoreşê, bi şoreşê va qaim bû. Ji ber wê hikumet nedikarî ezîyet me bike, me hemûya bigre. Ji ber ku şoreş hebû û xurt bû, hikumeta Iraq nedikari bû ew bizava bifetisîne. Ji ber hebûna şoreşê li dervayê şoreşê û di nav şoreşê da edebîyata Kurdî û bizava rewşenbîrî Kurdî peşket.


Di nav şoreşê da wek dengê şoreşê kovar û rojname hebûn an na?

Belê, çawa tunebûn. Kovarêk bi navê "Pêşmerge" hebû. Ew kovarêk bi rêk û pêk û baş bû. Kovarek din hebû, bi nave "Kadir" derdiçû. Kovarek din bi navê "Dengê Êzîdîyên Kurdistan" derdiçû. Dîsa kovara "Xebat" derdiçû. Niha nave hemûyan nayê bîra min, lê bi dehan kovar û rojname hebûn. Her liqa partî kovara xwe ya taybetî hebû. Barî edebî û rewşenbîrî Kurd di nav şoreşê da gelek pêşketî bû. Di nav şoreşê da "Yekîtîya Nivîskarên Kurd" hebû. Yekîtîya nivîskarên Kurd bi navê "Nivîskarên Kurd" kovarêk taybetî derdixist. Kovarên zarokan derdiçûn. Di nav şoreşê da bizava rewşenbîrî ya renga reng pir mezin hebû.


Li Bakûrê Kurdistanê di van 15 salên dawî da gava li çîyayên Kurdistanê şerê çekdarî hebû; li Tirkîyê xebatên sîyasî yên legal jî dimeşîyan. Kovar û rojnamên Kurdan derdiçûn. Heta hinêk kovar û rojnaman wek dengê şerê çekdarî weşanên xwe domandin. Li Başûrê Kurdistanê jîkomel û dezgehên sîyasî, kulturî û rewşenbîrî, partîyên sîyasî yên legal xebata xwe dikirin? Di dema Şoreşa Îlonê da li Başûrê Kurdîstanê û bi tevayî Iraqê rewş çawa bû?

Li Başûrê jî rewş eynî usa bû. Li Başûr gelek kovar û rojname hebûn, ku redaksîyon, nivîskar û xwedîyên wan rewşenbîrên Kurdan bûn. Ew kovar û rojname eşkire weşana xwe domandin. Naverokên wan ne wek yên nav şoreşê bûn, lê ew kovar û rojname diçûn nav şoreşê û ji alîyê şoreşgeran dihatin xwendin. Kovar û rojnamên ku di nav şoreşê da derdiçûn naveroka wan piranî pirsên şoreşê bûn. Her du alî li ser hevdu tesîr dikirin. Xebata rewşenbîrî ya nav şoreşê û ya dervayî şoreşê du baskên bizava rewşenbîrî Kurdî bûn û ew her du baskan bizava rewşenbîrî Kurdî pêşva birin.


Wek tê zanin wê demê li Zanîngeha Bexdayê beşa edebîyata Kurdî hebû. Tu dikarî li ser karê vê beşê me agahdar bikî. Xebatkarên beşa Kurdî dikaribûn azad kar bikin?

Piştî Şoreşa 14 Temuz sala 1958an, di sala 1959an da ji bo ziman û edebîyata Kurdî di Zankoya Baxdayê bi navê beşa Kurdî beşek vebû. Ji sala 1959an vir va di Zankoya Bexdayê da ew beşa Kurdî mewcûd e. Ew beş her çiqas çû pêşva çû û paşê bû du beş. Beşek bi navê beşa adabê Kurdî û beşek bi navê beşa terbîya Kurdî xebata xwe domand. Di serî da kadroyên baş nebûn, le paşê gelek doktor û profesorên Kurd gihiştin. Ew kadroyan vê beşê bi rêk û pêk bi rêva birin. Ew xebat gor armanc û daxwazên Kurdan rê da ne diçûn. Hikumeta Iraqê wek navek ew beş damezirandibû û dixwest ji bo armancên xwe vê beşê bi kar bîne. Dîsa jî li wir bizavek gewretir çêbû, vê beşê ji bo ziman, edebîyat û xwendekarî Kurdî xizmetek gelek pîroz kir. Di vê zankoyê da bi sedan xwendekar bûn pisporê ziman û edebîyata Kurdî û bi sedan rewşenbîrên Kurd ji vê zankoyê derketin. Wê gavê tenê di zankoyêk da beşek Kurdî hebû, nika bi navê Kurdî 3-4 zanko hene û li wir perwerdebûn hemû bi Kurdî ye.

Ez jî di wî wextî da li Zankoya Bexdayê xwendekarê beşa Kurdî bûm.


Te got ezê sibe-dusibe biçim Kurdistanê. Tu dikarî ji bo me hîsên xwe bînî ziman?

Ez hes dikim sibe an ji dusibê biçim Kurdistanê. Ev heft sal in ez ji Kurdistanê dûr im.Dixwazim biçim Kurdistanê û bi çavên xwe rewşa Kurdistanê bibinîm, hesdikim bibînim, ka li Kurdistanê guhertinên çawa çêbûne. Dixwazim bibinîm, ka li Suleymanîyê, li Hewlêrê û li Dihokê çend dezge û rêxistinên komelatî, rewşenbîrî û hunerî hene, çend pirtûkxane, sînema, teatr û xwendegehên nû vebûne. Ez çend sal e ji welat dûr im, ji dûr va agahdarî digrim, lê ez dixwazim her tişt bi çavên xwe bibînim.Ez hesdikim bi çavên xwe bibînim, ka ew 133 kovar û rojname ku li Hewlêrê dertên , ew çi ne? Min hinek ji wana dîtine, lê min hemû nedîtine. Li Suleymanîyê 120 kovar û rojname dertên, ez dixwazim bibînim ka xelkê Suleymanîyê çawa tehemula 120 kovar û rojnameyan dike. Li Dihokê rojnameyek rojane derdiçe. Ez dixwazim ew dezge, ew birader ku ew karan bi rêva dibin, ewana nasbikim, rewşa wan bibînim, bi wana va suhbet bikim. Ezê biçim rewşa Kurdistan bibînim, mumkun e ku ezê dîsa venegerim, li Kurdistanê bimînim û ji bo xelkê Kurdistan xizmet bikim, karê min çi ye li Ewropa?


Gelek spas dikim ji bo vê hevpeyvînê.

Ez spas dikim û serfirazî dixwazim.